Revandina bacê zehmettir dibe

Daîreya bacê ya gîştî destûr wergirtiye ku li ser sedhezaran hawaleyên kartên bankeyan lêkolîn çêbike bi armanca ku pareyên li buhiştên bacê hatine veşartin derxîne holê.

Bi lêkolînkirina çawa bikaranîna kartekê bankeyê re ku weke mînak li buhuşta bac ya giravên Cayman hatiye derxistin dê daîreya bacê ya gîştî karibe pareyên veşartî aşkere bike. Leif Rosenfeldt li daîreya bacê dibêje emê bi vê lêkolînê zanibin da wî mirovî çend caran ev kart bikar aniye û çiqas pare kişandiye. Û wê demê em dikarin derxînin holê da ev pare ji ku deverê hatine û da heger pareyên ku baca wan nehatiye dayîn hene an na.

Cara dawî Daîreya bacê ya gîştî lêkolînek wusa 11 sal berê kiribû. Wê carê mirovên ku bac revandibûn bi tevahî 500 milyon kron bac û cezaya bacê dabûn. Vê carê dê lêkolîn bêtir fereh be, radighîne daîreya bacê bi hêviya ku Swêdiyên bi pare û mulkên mezin yên li derveyê welat bi dilxwazî xwe bidin nasandin da ku cezayeke bilind ya bacê wernegirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista