Tansiyona bilind ji taya dil re baş e

Dijberê zanebûna lênêrîna nexweşan tansiyona bilind di dema êşa sing de faktorekê pozîtîf e. Şansê xelasbûna ji mirinê bi qasî bilindiya tansiyonê bilind dibe.

- Ev kifşkirin şoreşekî ye û serûbinbûnekê çêkiriye. Dunya pahn nîn e, dibêje profesor Fredrik Nyström li zaningeha Linköpingê ji ajansa nûçeyan TT re.

Ev lêkolîn li ser bingehê agahiyên di derbarê 120 hezar kesan de hatiye çêkirin, ku di navbera salên 1997 û 2007 de li beşên acîl yên nexweşxaneyên Swêdê ji ber êşa sing hatine razandin.

Nyström bi hesasî destnîşan dike ku bandora baş ya  tansiyona bilind tenê di halê acîl û zehmet de xwe nîşan dide, weke mînak dema taya dil çê dibe. Ev nîşana rewşeke baş ya tendrûstî ye, laşê mirov bi reaksiyoneke xurt ya stresê tansiyon bi awayek zêde bilind dike.

Lê di halê bênvedanê de hîna jî ya herî baş tansiyoneke nizim e û tansiyonek bilind faktoreke rîskê ya xerab e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".