Balyoz Korutürk ji naskirina qirkirinê ne razî bû.

Balyoza tirk vedigere Stockholmê

Tirkiye balyoza xwe ya ku ji ber naskirina tevkujiyên 1915 paşve kişandibû jinûve birêdike Swêdê. Tirkiye vê yekê tevî ku nakokiyên bi Swêdê re berdewam in dike. Balyoz, Zergün Korutürk, heman roja ku parlamentoya Swêdê bûyerên li dijî ermenî û gelên din ên xiristiyan weke qirkirin nas kir paşve hatibûn kişandin ji bo Tirkiyê.

Wezîrê karê derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ji kanala televizyonê CNN-Türk re dibêje ku dê balyoz di nava vê hefteyê de an jî herî dereng hefteya pêş me vegere ser karê xwe yê li Stockholmê, radighîne ajansa nûçeyan AFP.

Ji wê rojê ve ku parlamentoya Swêdê qirkirin nas kir hem serokwezîrê Swêdê Fredrik Reinfeldt û hem jî wezîrê karê derve Carl Bildt hewl didin ku navbera xwe û Tirkiyê sererast bikin. Reinfeldt bi vê mebestê li serokwezîrê tirk Recep Tayyip Erdogan geriya bû û jê re dabû zanîn ku hikûmeta Swêdê biryara parlamentoyê nagire ber çav. Ji ber vê parlamenterekî sosyaldemokrat serokwezîr Reinfeldt li cem Komisyona qanûna bingehîn ya parlamentoyê gilî kiribû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".