Radyoya Swêdê malpera xwe nû kir

Radyoya Swêdê ji îro û pê ve malperaya xwe nû bi adresa wê ya nû sverisgesradio.se vekir. Ev malper, bi formeke û li ser bingehê teknîkeke nû hatiye çêkirin. Bi ya cîgira mudira Radyoya Swêdê Cilla Benkö dê bi malpera nû re hêsantir be ku hem bername bibînî û hem jî li bernameyan bigerî. Bi wê di navenda guhertinê de guhdarkirin û ne xwendin, heye.

Lê Radyoya Swêdê ji ber vê yekê ji aliyê rêxistina branşê Tidningsutgivarna (belavkarên rojnameyan) ve hatiye rexnekirin. Bi ya rêxistinê pareyên lîsansê ku divê biçe çêkirina bernayên public service yên radyo û televizyonî ji bo malperê tê bikar anîn ku ev jî bi tîraja rojnameyan re reqabetê dike. Ev, ne yek ji wezîfeyên public service e, dibêje rêxistina Tidningsutgivarna.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".