Greveke nû di rê de ye

Di pêvajoya muzakereyên peymana gîştî de hişyariyeke din ya grevê hat. Sendîka Livs ya girêdayî konfederasyona karkeran LO, berê hişyariyek dabû ku ji 1ê nîsanê û pêve mesayiya zêde rawestîne. Lê niha karbidstên li heft şîrketan tên hişyarkirin ku heger li ser peymanek lihevhatin çênebe ewê ji 7ê nîsanê û pêve têkevin grevê.

Heta niha sendîka Handels hişyariya grevê dabû. Muzakereyên maaşan ya ji bo karkerên sanayîyê îro her berdewam e û pişt nîvro dê sendîka IF Metall ya girêdayî LO pêşniyaza dawî ya navbeynkaran wergire. Lê sendîkayên din yên LOyê, Papper, Livs û GS dê îro ji navbeynkaran pêşniyaz wernegirin.