Demokratên Swêdê piştgirî wenda dike

Li gorî pîvandinên dawî yên raya gîşti partiya Demokratên Swêdê ya li dijî biyaniyan piştgiriya hilbijêran wenda dike. Di pîvandina Synovate de Demokratên Swêdê ji sedî 5.6 daketin 3.6. Heger ev encama hilbijartinên payîzê be dê ew nikaribin têkevin parlamentoyê. Balkêşiyeke din jî rewşa Partiya Kesk e, ku bi sedî 10.2 piştgiriya herî mezin ya 14 salên dawî werdigire, ku dido qasê dengên ji hilbijartinên 2006 e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".