Qaîdeyên tund tehdît zêde kirin

Jimara tehdîtên li dijî xebatkarên Kasaya Sîgortayê (Försäkringskassan) di nava salekî de dûqat bûne.

Kasayê, di nav sisê mehên ewil yên vê salê de 270 tehdît wergirt. Ev jî bi qasî tevahiya jimara tehdîtên sala 2008 e, radighîne Radyoya Swêdê li beşa Östergötlandê. Qaîdeyên tundtir yên ji bo wergirtina pareyêr sîgorta nexweşiyê dikare yek ji sedeman bibe, dibêje Svante Borg li Kasaya Sîgortayê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista