Biryareke dîrokî ji bo nexweşên ber mirinê

Her nexweşek mafdar e ku daxwaziya rawestandina tedbîrên ji bo berdewamkirina jiyana xwe bike. Vê yekê Daîreya gîştî ya karûbarên civakî Socialstyrelsen dibêje îro bi armanca zelalkirina pirsên hiqûqî yên di derbarê alîkariya ji bo mirinê de. Lê şertekê yekem ew e ku divê nexweş bixwe wan agahiyên ku doktor û encamên biryara xwe fam bike.

Daîreya gîştî ya karûbarên civakî vê biryara xwe li ser serîlêdana nexweşeke kronîk wergirt, ku daxwaziya dawîanîna jiyana xwe dikir.

Serokê Delegasyona etîka tibî ya Cemiyeta doktoren Swêdê Ingemar Engström dibêje ev biryareke gelek pozîtîf û di cîh de ye û şefê beşa hiqûqê ya meqama dozgeriyê serdozger Nils Rekke jî xêrhatina vê biryarê dike û dibêje ew êdî ne bawer e ku li tu doktorekî karibe doz vebe heger ew dawî li tedbîrên berdewamkirina jiyana nexweşan bînin. Qanûnên Swêdê rê didin her kesî ku jiyana xwe li gorî dilê xwe bijîn û dawîanîna jiyana xwe jî li gorî qanûnan ne sûc e, dibêje Rekke ji ajansa nûçeyan TT re.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista