Astengiyên nû ji xweliya volkanê

Ewrên bi xweliya ji volkana îzlandî careke kişiya ser Swêdê. Ev car başûr û rojhilatê Swêdê ji bajarê Strömstad hetanî Ystad di bin bandorê de ma. Tebeqeyeke zirav ya ewrên bi xwelî li ser van herêman e û trafîka balafiran asteng dike. Ji ber vê pêwîst e şîrketên balafiran ji bo firîna li ser wan herêman destûr wergirin. Lê herêmên din yên Swêdê ji trafîkê hewayî re vekirî ye. Her weha qedexa firînê ya li ser balafirgehên Londonê Heathrow û Gatwic jî hatine rakirin. Lê ev qedexe hêj li Wales, Îskoçya û Îrlanda Bakûr berdewam e. Qedexa firînê ya li balafirgehên Amsterdam û Rotterdam a Hollandayê jî tê hêvîkirin ku van saatên pêş me were rakirin.