McDonalds ciwanan belaş dide xebitandin

Jimarek mezin ciwan li restorantên McDonaldsê bêyî maaş, destheq, kar dikin. Vê yekêk lêkolînekê bernama Dokument inifrån ya televizyona Swêdê nîşan dide, ku demek berê jî aşkera kiribû McDonalds xwarina kevin jinûve etîket dike û difiroşe.

Ji bo ciwan McDonalds yek ji karbidestên herî mezin e. Lê lêkolîna televizyona Swêdê nîşan dide ku ev şîrket bi awayeke sîstematîk ciwanan bi zorê bê pare dide xebitandin. Axaftinên bi zêdeyî 100 karkerên McDonaldsê nîşan dide ku ciwan tên mecbûrkirinê bênvedana bê-pare û sererastkirinên raporên wan ên maaşan jî bi awayek sîstematîk tên kirin. Gelek caran şefên xebatê raporên ciwanan ên dema kar diguherînin û saatên mesayîya zêde jê dibin.

Lê dîrektora personel ya McDonaldsê Lotta Björk dibêje haya wan ji vê zexeliyê tunebûye lê ku ev kiryarek xerab e. Divê wusa nebe, dibêje Björk.