Kes naxwaze hevkariya SD bike

Siyasetvanên herêmî yên Swêdî ji bo rê li ber partiya Demokratên Swêdê bigirin amade ne ku bi ser blokên çep û rast re bi hev re hevkariyê bikin. Sedem jî ew e ku Demokratên Swêdê nebin xwedî gotina mêzînê.

Bi vê armancê ji sisiyan çarê siyasetvanan dikarin bifikirin ku piraniyek bi ser blokan ve ava bikin, vê yekê lêkolînek radyoya Swêdê nîşan dide ku li ser bingehê anketekê bi 1100 siyasetvanî re hatiye çêkirin. Tenê sedî 14 ji wan li dij in ku Demokratên Swêdî li derve were hêştin û hevkariyek bi ser blokên siyasî re were saz kirin.

Ji bo profesorê zanistiya siyasetê Henrik Oscarsson ev encam suprîzek nîn e.

- Hem sedemên îdeolojîk û hem jî yên jêhatîbûn, kompetensê hene. Ji bo pariyên din dibe ku zehmettir be ku bi kesên nas nakin re hevkariyekê bi îstîkrar saz bikin.

Serokê partiya Demokratên Swêdê Jimmy Åkesson dibêje dervehêştina partiya wî tê wê maneyê ku siyasetvan rêz ji bo encamên hilbijartinê nagirin.

Lê bi ya professor Henrik Oscarsson hevkarî-nekirina bi partiya demokratên Swêdî re ji bo demokrasiyê problem çênake.

- Siyaset û demokrasî lîstokek bi heval û dostan re nîn e. Ev mesela hêz û desthelatî ye. Partî dikarin guh bidin hilbijêrên xwe û di siyasetên xwe de guhertinan çê bikin, lê bêyî ku bi Demokratên Swêdê re hevkarî bikin, dibêje Oscarsson.