Sorûkesk li pêş in

Li gorî pîvandina dawî ya raya gîştî ku şîrketa Sifo çêkiriye heger îro hilbijartin bihata çêkirin dê hem Partiya Xiristiyanên Demokrat û hem jî Demokratên Swêdê li derveyê parlamentoyê bimana. Dengên ji bo Demokratên Swêdê bi sedî 1.4 kêmbûne di meha nîsanê de û ev kêmbûn ji hêla îstatîstîkî ve ewle ye. Partiya Çep jî bi zehmetî ji baraja ketina parlamentoyê ya sedî çar derbas dike.

Lê wekî din hîna jî hevgirtina sorûkesk bi sedî 49,3ê dengan li pêş hevgirtina burjuwa ya li ser kar e, ku di pîvanê de piştgiriyek ji 46.2 bidest xist. Partiya burjuwa ya herî zêde pêş dikeve bi zêdebûnek sedî 1.1 Moderat in.

Partiya kesk piştgiriya ku di pîvandinên meha adarê de wenda kiribû jinûve qezenc dike û partiyên Sosyaldemokrat, Navend û ya Gel a lîberal hemû hinek bi pêş dikevin.