POLARPRISET

Morricone û Björk

Xelata salê ya muzîkê, bi swêdî Polarpriset, ku ne-fermî jê re tê gotin xelata nobelê ya muzîkê çû ji bo dabeşkar û rêberê orkestrayê yê bi nav û deng Ennio Morriconeyê îtalî û stranbêja îzlandî Björk re.

Morricone bi taybetî jî muzîk ji bo fîlm çêdike, ku weke fîlmên kowboyî yên îtalî tên zanîn. Çend ji fîlmên navdar yên wekî Mirovê baş, Mirovê zalim û Mirovê neçê, Ji bo çend dolaran û vê dawiyê jî ji fîlma Inglorrious Basterds re muzîk çêkiribû.

Mebesta xelatê ji bo Marricone ev e: Ew bi kompozîsyon û aranjeyên xwe yên dahiyane dikare bûyerek rojane jî weke sahneyên dramatîk yên sînemayê bide hîskirin.

Björk a îzlandî pîlaqa xwe ya yekem dawiya salên 1970yî dema 11 salî bû belav kir. Dawiya salên 1980yî di grûpa bi navê Sugarcubes de cîh girt û ji destpêka salên 1990î û vir ve weke soloartîst hunera xwe diafirîne. Mebesta xelata Polarpriset de ji bo Björk tê gotin: ”Wê muzîka avantgard hilkişand seriya lîsteyên muzîkê” û ku wê di vê emrê xwe yê ciwan de şopekê daîmî di muzîka populer û çanda mordern ya mezin de hêştiye.

Alforns Karabuda, serokê komîta xelatê ya Polarprisetê ye. Bi ya wî tiştek hevbeş ya Ennio Marriocone û Björk heye:

- Carnan mirov tê xapandin da bawer bike ku muzîk gelekî hêsan e. Her dû jî dikarin te bixapînin û bikşînin nav kurahiyeke muzîkî - bi fîkandinek an jî meqamek basît. Û ev jî li cem te hîseke tevlîhev çê dike ku muzîk basît e – çêkirina tiştek wusa, bêhempa ye, dibêje Alfons Karabuda.

Xelata Polarpriset di 30 tebaxê de ji aliyê qralê Swêdê Carl Gustafê 16:mîn ve tê belavkirin.

Xelata Polarpriset ji aliyê menejerê grûpa muzîkê ABBAyê, Stikkan Andersson ve hatibû sazkirin û ji sala 1992’an ve tê belavkirin.