Pira Öresund bikêr nehat

Pira Öresund ya navbera Swêd û Danîmarkayê, ku bi mesrefeke mezin hat avakirin, dijberê hêviyan van deh salên dawî tu bandorek serkeftî li ser aboriya herêma Öresund ya başûrê welêt nekiriye.

Ev nirxandin encama lêkolînekê ye ku banqeya SEB daye çekirin, dinivîsîne rojnama Sydsvenska Dagbladet.

Rast e ku Pira Öresundê çûnûhatina li herêmê zêde kiriye û herêmê bêtir geş kiriye, lê bi ya analîzkaran mezînbûnekê aborî ya dihat hêvîkirin pêk nehatiye. Mezinbûna aborî ya li herêma Skåneyê nizimtirê herêmên din yên Swêdê ye.