Bazirganiya azad ya YE û Emerîka Navîn

Yekîtiya Ewrûpayê cara yekem bi şeş welatên Emerîka Navïn re li ser peymaneke bazirganiya azad li hev kir, weke mînak bi Costa Rika û Hondurasê re.

Ev hevpeyman dê îro bê aşkerekirin, radighîne navenda nûçeyan ya radyoya Swêdê, Ekot.

Yekîtya Ewrûpayê dê her weha danûstendinên di derbarê peymaneke bazirganiya azad ya bi welatên rêxistina bazirganiyê ya Emerîka Latînî, Mercosur re jî jinûve bide destpêkirin. Mercosur, ji welatên Arjantîn, Brezîlya, Urugua û Paraguay pêk tê.

Lê hîn welatên Yekîtiyê yê wekî Fransayê li dijî peymanekî bi vî rengî ye, ji ber ku di wê baweriyê de ye k u dê ev bibe sedema kêmkirina alîkariya ji bo çandiniyê.