Mobîl kansera mejî çênake, lê?

Li gorî lêkolînekê mezin ya Rêxistina Tendrustiyê ya Cîhanî, WHO, bikaranîna telefonên mobîl nabe sedema çêbûna tumorên kansera mejî. Lê rexneyên giran li rêxistinê tê girtin ji ber ku lêkolîn her weha bi pareyên ji endustriya telekomê hatiye fïnanse kirin, radighîne rojnama Svenska dagbladet.

Li gorî wê lêkolînê tu têkilî di navbera bikaranîna telefonên mobîl û çêbûna tumorên kansera mejî tune ye.

Di vê lêkolînê de, her weha lêkolînerên ji Enstîtuya Karolînska ya Swêdê jî beşdar bûne û bi zêdeyî pênc hezar kesên bi dido cûreyên tumorên mejî re li ser karanîna wan a telefonên mobîlê hevpeyvîn hatine çêkirin. Piştre ew bi mirovên ne-nexweş re hatine qiyas kirin.

Li cem wan kesên ku rojane hetanî 27 deqîqeyî bi mobîlê axivîne rîska bilind nehat dîtin. Li hêla din ev rîsk li cem wan sedî dehê beşdaran ku van deh salên dawï rojane kêmasî 30 deqîqe diaxivin hatiye dîtin. Lê lêkolîner di wê baweriyê de ne ku ev encam ji ber çavkaniyên şaş derketiye holê.

Aliyê balkêş yê vê lêkolînê ew e ku sedî 30ê fînansekirina wê bi pareyên ji endustriya telekomê hatiye kirin. Buhaya tevahiya lêkolînê 184 milyon kron e.

Björn Beerman, li Daîreya Gîştî ya Dermanan profesor e, û bi ya wî ev fînansekirin baweriya bi lêkolînê qels dike.