Birina derveyê welat ya zaroka xwe qedexe dibe

Di rewşa îroyîn de ne dijî hiqûqê ye ku dê-û-bavên xwediyên welayetiya hevbeş pishtî geşta tehtîlê bi zarok re li derveyê welat bimînin. Lê piştî hevberdanekê divê dê û bav dema zarok bi xwe re dibin derveyê welat  her dem ji hev destûrê wergirin.

Û heger ev destûr hebe wê demê ne li dijî qanûnê ye ku mirov bi zarokê re li derveyê welat bimîne. Ev tişt salane tê serê derdora 60 zarokên ji Swêdê.

Lê wezîra dadê Beatrice Ask niha dixwaze vê qanûnê biguherîne.

- Di qanûna îroyîn de valahiyekê heye ku derfet dide wan dê û bavan ku piştî tehtîlê an jî bihevrebûna demekê bi zarok re bêyî destûr li derveyê welat bimîne. Ev nikare wuha berdewam be.

Gelo divê cezayê vê çi be?

- Di vî derbarî de divê mufetîşê ku li ser babetê lêkolîn dike pêşniyazek bike. Lê bi ya min tiştek gelek cidî ye ku zarok ji dê an jî bavekî xwe mehrûm dimîne. Sedemê welayeta hevbeş ew e ku zarok hem karibe bi dê û hem jî bi bavê xwe re bimîne, dibêje Beatrice Ask, wezîra dadê.