Notên dibistanê ji pola şeşem ve

Wezîrê perwerdeyê Jan Björklund îro bi daxuyaniyekê pêşniyaza hikûmetê ya di derbarê zûtirdayîna not ya ji pola şeşem ve pêşkêş kir. Şagirtên pola şeşem dê ji payîza sala 2012 û pê ve not wergirin.

Bi vî re dê yên di pola 7 de jî not wergirin. Di halî hazir de not ji pola 8’an û pê ve tên dayîn. Ji ber vê yekê ev reformeke girîng e, dibêje Jan Björklund.

- Bi ya min mebesta herî girîn ew e ku şagirt û dê û bav xwedî wî mafî bin ku di derbarê rêçûna dibistanê  ya şagirt de agadar bin, dibêje Björklund. Wekî din jî di dibistanekê de ku xwedî armanc û merc e gelek zelal dibe, ka heviyên ji şagirt çi ne. Bi vî re hêsantir dibe ku mirov alîkarî bide wan şagirtên ku li paş dimînin. Her weha notdayîn dibistana mecbûr jî dike ku bi awayeke rêkûpêk encaman binirxîne, dibêje Björklund.

Û Jan Björklun her weha hêvî dike ku not bandor li ser xebata şagirtan jî bike:

- Hebûna notan dike ku şagirtên ciwan xebata dibistanê bêtir cidî bigirin. Ez her weha baer dikim ku dê şagirt bêtir hewl bidin xwe, li ser xwendina xwe kûr bibin. Bi ya min dê ev encameke li gorî daxwazan bide û asta encam û zanebûnê ya dibistanên Swêdê bilind bike, dibêje Björklund.

Parlamentoya Swêdê ji niha ve biryarek di derbarê notên şeş dereceyî de pejirandiye. Nota herî bilind A ye û piştre B, C, D, E û dereceya şeşem F ye ku cihê ne-buhûrî, bi swêdî ”IG” Icke-godkänt digire.

Bi van guhertinên nû re dê êdï tenê mamosteyên xwedî dîploma karibin not bidin.

Her weha dê dibistan nikaribin di dersên SO, civaknasî û NO yê xwezanasî de notên gîştî bidin. Not dê êdî ji bo her dersekê cûda bê dayîn, weka dersa dîrokê û ya cografyayê.

Pêşniyaza hikûmetê ji bo şewirmendiyê hatiye şandin ji bo sazi û rêxistinên cûda. Parlamento biryar xwe ya di vî derbarî de dê payîzê werbigire.