Ewlekariya daweta Victoriayê

Derbara qraliyetê îro planên rêya kortejê ya roja daweta Viktoria ya şahzadeya xwedantac eşkere kir. Amadekariyên ewlekariyê yên bi boneya dawetê mezin in.

Ji sêyan yekê polîsên teşkîlata Stockholm’ê dê bi cîh bibin û hêzên noqar, nîşangir û hêzên ewlekariyê yên sîvîl jî dê amade bin, dibêje Ulf Göranzon, berpirsê ragihandinê yê teşkîlata polîs ya Stockholmê.

- Wiha dixuye ku ev mezintirîn amadekariya ewlekariyê ye ku em di dema nûjen de dikin. Li derdora 2 000 polîs dê bên bi cîh kirin û ji bo fermanê amade bin.

Li hewşa koşka qralî turîst digerin û wêneyan dikişînin. Çend turîstên îspanî bi kêfxweşî behsa wê yekê dikin ku Viktoria yekî ji milletî hilbijartiye. Lê roja 19’ê hezîranê dê hinek herêmên hewşa koşka qralî ji ber sedemên ewlekariyê ji bo serdanê girtî bin.

Pirsên ewlekariyê biteferrûat ji aliyê polîs, leşkerî, servîsa rizgariyê û derbara qraliyetê ve hatine nîqaşkirin.

- Ewlekariya girseyî, çûnûhatinên dê bibin, cîhê mirov li bisekinin, rewşa ku mirov bêhiş bikevin. Ev hemû pirsên ewlekariyê ne.

Ulf Göranzon yê teşkîlata polîsan ya Stockholmê dibêje ku biryara li ser amadekariyên hêzên taybet de dê di meha hezîranê de bê dayîn. Biryar dê li gorî agahiyên ku heta wê demê ji polîsî re hatine û rewşa tehdîtên muhtemel bê dayîn. Amadekariyên derdora dawetê mezin in.

Li gorî texmînekê dê mesrefa amadekariyên ewlekariyê li dora 7 milyon kron bike lê ev yek dê piştî dawetê diyar bibe.