YE butçeyan kontrol nake

Komisyona Yekitiya Ewrupayê dijberê pêşniyazên yekem, dê butçeya welatên Yekitiya Ewrupayê kontrol neke.

Ev encama piştî gotûbêja roja sêşemê di navbera wezîrên Aborî li Brukselê, derkete holê, dibêje Wezîrê aboriyê Anders Borg.

-Ev wusa nîn e ku komisyon dê çavderiya siyaseta me ya butçeyê bike. Dibe ev întiba çêbûbe û para komisyonê jî te de hebe. Lê niha gelek zelal bûne ku ev ne tiştek wusa ye, dibêje Anders Borg.

Hin guhertin ji bo Swêd pêk dê dîsa jî. Îro Wezareta aboriyê ya Swêdê agahdari li ser aboriyê dişîne komisyona Yekitiya Ewrupayê ji bo meha çileya paşîn. Di rojên pêş de dê êdî, ev di meha nîsanê de bê şandin ev jî tê vê wateyê ku Yekitî dê bikare nirxandinên xwe yên aborî li gor hejmarên rojane bike, dibêje Aneders Borg.