Deriyê nîqaşê ji SD re vebû

Sisê ji çar partiyên Swêdî dixwazin gotûbêj bi Demokratên Swêdî(Sveriedemokraterna) re pêk biînin. Gelek ji partiyên bicihbûyî yên şaredariyên Swêdê dibêjin ku ewê di hilbijartina îsalîn de dê  bi partiya Demokratên Swêdê re jî gotûbêj pêk biînin.

Ev lêkolîn ji aliyê Radio Swêdê ve hatiye amade kirin. Radyoya Swêdê vê pirsê ji heft partiyên netewî yên şaredarên hemû welêt kir. Ji van beşdaran nezikê 1100 kes bersîv dane û sê ji çaran, dixwazin gotubêj bi (Sverigedemokraterna) bikin. Demokratên Swêdê.

Hemû partî ên di encumena şaredariya Göteborgê, dixwazin bi Demokratên Swêdê re gotubêj pêk biînin.

- Belê bêguman. dibêje Jan Hallberg, nûnerê muxalefeta li şaredariyê yê moderat li Göteborgê. Ecêb dibe  ger em destûr nedin haya raya gel ku ramanên xwe nedin xuyakirin û di goftubêjan de neyên hemberên hev gava tê ser axavtinê.

Di hilbijartina 2006 an de gelek axaftin hatin kirin ka dê parti cawa bi Demokratên Swêdê re mijûl bibin. Di hinek şaredariyan de partiyan nîqaş pêkanîn, lê hinek na.

Ev bûyer dilê Mikael Jansson, nûnerê konseya şaredarî yê Demokratên Swêdê ê Göteborgê şad dike.

- Ev ji bo me giring e ji ber ku dema em di goftugoyan de cih bigirin dê  em ê bêtir di çapemeniyê de diyar bibin û dibe ku di heman astan de bikevine gengeşiyan û herwiha ser jî bikevin, dibêje Jansson.