Daireyek nû tê saz kirin.

Hikumet dixwaze ku daireyek din saz bike da ku cavderî û nirxandina lênêrina nexweşan bike.

 Dê ev daire bêtir hêzên karên di lênêrina nexweşan bipîve û herwuha  veberhênanên/geşekirinên pêşerojan jî analiz bike.

Daire dê karên zehmetiyên nexweşan di hilbijartina lênêrinê de, di dema îroyîn de him pêşkêşî û him jî kaliteyan de cûda ye hêsantir  bike.

 Yek ku ji vê biryarê dilxweş e serokê Federasyonê Reumatizmê Anne Carlsson e, lê belê, hinek rexneyên wê jî hene.

 -Belê  li gor me, ev mebesta hikumetê ku li ser van pirsan radiweste gelek baş e. Lê belê, dibe ku ev riyek çewt be. Bi ya me, heta bimînin li benda daireyek nû, û paşî binêrin ka pêdivî çine. Dikare Midûrîyeta Giştî ya Karûbarên Civakî ango Socialstyrelsen jî vê çavderiyê bike.

Göran Hägglund (Demokratên Xiristiyanî) Wezîrê Karûbarên Civakî, dibêje ku ev dairê dê çavderiyeke serbixwe pêk bîne, lê belê dê pejirandinan neke.

-Armanc ew e, dê daîreyek bihêz be ku  nêçira çewt û kêmasiyan bik.  Dê derfet bide me ku kêmasiyên  ji  kanûndanînê derketine holê, û şaşîyên sisteman bibîne, ku em van biguhrînin dibêje Göran Hägglund.

 (Rexne li vê daireyê ji niha ve tê kirin, hinek kes wek Social Demokrata vê bê kêr dibînin)

Li gor planan dê daîre 1 meha 1 sala bê de, tê saz kirin.