Kêmasî li dibistanên Swêdê

Şagirtên Swêdê di warê perwerdeya xwendinê de, bi taybetî jî di dersa swêdî, li paş ketine li gorî welatên din yên cîhanê.

Encamên Teftîşa Dibistanê, Skolinspektionen, piştî çavdêriya perwerdeya li 31 dibistanên seretayî, hatiye dîtin ku ”xwendina bêdeng” bi zêdeyî girîng hatiye dîtin. Pirsgirêkeke din jî têkildar e bi kêmasiyên di plana dersan ya mamosteyan. Li %75 ji dibistanênan tekstên tên bi kar anîn ne li gorî pêşketina şagirtan in.

Wekî din li pirraniya dibistanan di perwerdeya zimanê swêdî û di dersên xwezanasiyê de kêmasî hene