Konferansa siyasetmedarên şaredariyên Sosyaldemokrat

Roja çarşemê dema siyasetmedarên şaredariyên Sosyaldemokratî li Stockholmê civiyan, nûnerên parêzgeha Stockholmê siyaseta bacê ya partiyê rexne kirin. 

Sosyaldemokrat dixwazin ji bo kesên ku hatina wan ya mehane zêdeyî 40 000 kron e bacê bilind bikin. Wekî din jî dixwazin ji bo xaniyên vîla, yên ku buhaya wan zêdetirî 4,5 milyon kron e, baca malûmilkê neguhêzbar (fastighetsskatt) dîsa bixin tevgerê. Her wisa jî daxwaz heye ku dîsa cûreyekî baca malûmilk bê stendin, ku ev jî dikare li xisara kesên xwediyên xaniyên vîla yên li bajarên mezin be.

Lê ev siyaset ne li kara hilbijêrên wan şaredariyên e ku li wir hatina navincî û qîmetê bacê bilind e, weke mînak parêzgeha Stockholmê, dibêje Anders Johansson, şaredarê Sigtuna ya bakurrojavayê Stockholmê.

- Li gorî aliyên din yê Swêdê hatina wan baş e, lê bêgûman ew fêm nakin çima ew dê zêdetir bacê bidin ji ber ku wan bar kiriye vê herêmê û xwe daye kariyer û xwendekariyê, dibêje Anders Johansson.

Lê berdevkê beşê siyaseta aboriyê yê Sosyaldemokratan, Thomas Östros, vê rexneyê di cîh de nabîne.

- Min wezîriya bacê kiriye û dizanim çiqas girîng e ku xwediyên hatinên mezin yên ku ji ber siyaseta hatiye meşandin bacên kêmtir dane, fêr bibin ku parkirineke baştir mimkun e. Ev parkirin dikare bê kirin û bêyî ku li xisara weke mînak xwediyên şîrketên biçûk dibêje Thomas Östros.