Hikûmeta Swêdê zewacên bi zorê lêkolîn dike

Hikûmeta Swêdê dixwaze li ser babeta şidandina qaîdeyên li dijî zewaca bi zorê û zewaca zarokan lêkolîneke nû bide destpêkirin. Rêvebirina vê lêkolînê dê mifetişê hikûmetê yê dadê yê berê, Göran Lambertz bike.

Berî bi du salan Saziya Rêvebiriya Ciwanan, Ungdomsstyrelsen, lêkolînek pêşkêş kiribû ku tê de diyar bibû ku li Swêdê nêzî 8500 ciwanên di navbera 16 û 25 salî de mital dikirin ku ew dê nikaribin bi kesên dixwazin re bizewicin. Ji ber wê hikûmet dixwaze lêbikole ka gelo pêwistî bi şidandina qanûnê heye yan na.

- Jixwe niha jî kiryareke dijhiqûqî ye ku mirov bi zorê mirovan bizewicîne – ev dikare wekî mecbûrkirina dijhiqûqî bi nav bibe- lê hîn biryara cezayekî taybet nîn e ji bo vê, dibêje wezîra dadê Beatrice Ask. 

Tevî ku li gorî encama lêkolîneke ku berê hatiye kirin divê ceza bê dayîn jî, di rewşa îroyîn de ne qedexe ye ku mirov bi kesek ji 18 salî biçûktir re bizewice.

Hikûmetê tesbît kiriye ku pirr zewacên bi zorê û zewacên zarokan li derveyî Swêdê pêk tên – îcar ji ber vê yekê wezîra dadê Beatrice Ask dixwaze gaveke bi wêdetir bavêje û li mecalê nemuhteberkirina wan zewacên ku li derveyî Swêdê pêk tên, di ber çav re derbas bike.