SOSYALDEMOKRAT:

Karolînskaya nû bi parê xwe nake

Sosyaldemokrat û Moderatên li meclîsa parêzgeha Stockholmê ji ber avakirina Nexweşxana Nû ya Karolînskayê li Solnayê bi hev ketin. Sosyaldemokrat dixwazin peymana avakirinê ya bi konsorsiyûmek swêdî-brîtanî re betal bike ji ber ku li gorî baweriya wan, rêvebiriya burjuwa ya parêzgeha Stockholmê di îhaleyê de kêmasiyên mezin kiriye.

Ilija Batlajan nûnerê muxalefetê ye li meclisa parêzgeha Stockholmê:

- Em îro meclîsa parêzgehê (ango wîlayetê) bi awayeke awerte dicivînin bi armanca ku vê peymana ku roja sêşem-çarşema hefteya pêş me dikeve pêkanînê rawestînin, dibêje Batlajanê sosyaldemokrat. Û em niha xebatekê lez û bez jî dimeşînin ji bo ku wan endamên meclîsa parêzgehê yên burjuwa bikşînin aliyê xwe, ku di warê pareyê bacdaran de hessas in, û dixwazin rê li ber musrifiyê bigirin, dibêje Batlajan.

Avakirina Nexweşxana nû ya Karolînskayê dê sala di 2015’an de bi dawî bibe û ev proja herî mezin ya dîroka lênêrîna nexweşan ya swêdê ye.

Konsorsiyuma Swêdî-Brîtanî ya bi rêberiya şîrketa avakariyê Skanska dê ne tenê nexweşxane ava bike, ewê her weha bi hevkariya sektora gîştî û ya prîvat karûbarê nexweşxaneyê hetanî sala 2040 bimeşîne.

Lê bi ya Sosyaldemokratan rêvebiriya burjuwa ya parêzgehê çûndinên aborî yên avakirina Karolînskaya nû veşartine. Di destpêkê de hatibû gotin ku dê mesrefa gîştî ya hetanî sala 2040 52 milyar kron be, niha dibêjin dê 60 milyar be û bi ya Iliya Batljan ê sosyaldemokrat mesrefa rastê hêj gelek bilindtir e.

- Ew îhaleya ku hatiye kirin dê mesrefa nexweşxanê hetanî sala 2040 bike 69 milyar kron. Yanî navbera 17 û 30 milyar buhatir dibe, ji ber ku îhale bê reqabet hatiye kirin, dibêje Batljan.

Dijberî biryara meclîsa parêzgehê ku kêmasî sisê şîrketên cûda tevlî îhaleyê bibin, rêvebiriya şaredariyê îhale da hevkariya swêdî-brîtanî ku di îhaleyê de bi tenê bû. Ji ber vê yekê sosyaldemokratan li cem daîreya gîştî ya reqabetê, konkurrensverket, giliyek kirine.

Lê rêvebira morderat ya parêzgeha Stockholmê Catharina Elmsäter-Svärd înkar dike ku rêvebiriya burjuwa mesrefa aborî ya avakirina nexweşxanê veşartine. Piraniya belgeyên vê bazirganiyê nehênî ne û lê bi ya Elmsäter-Svärd agahiya di derbarê 8 milyar kronên extra di nav wan agahiyan de heye ku dane endamên meclîsa parêzgehê.

Bi ya Elmsäter-Svärd a moderat qezenca ji vê peymanê ew e ku konsorsiyuma swêdî-brîtanî berpirsiyar e ku mesrefa derengketina avakirinê û mesrefa buhayeke derveyê hesaban bide. Ev sîgortayekê buhaye, lê rîska musrîfîya bi pareyê bacdaran re kêm dike, dibêje Catharina Elmsäter-Svärd, rêvebira moderat li parêzgeha Stockholmê.