DALKURD - fenomenek kurdî ya bi pirsgirêkên dijwar

Tîpa fotbolê Dalkurd, sala çûyî dema ji pênc lîgan nav pênc salan de derbas kir û hat lîga yekem ya Swêdê bû fenomenekê dîrokî. Çapemeniya Swêdê li ser vê tîpa biçûk ya fitbolê gelek nivîsandin û îro tu kes li vî welatî tuneye ku navê Dalkurdê nebihîstibe. Lê Dalkurda ku fêrî serkeftinan bûye û, hezkir û alîgirên xwe fêrî serkeftina di her maçî de kirîye, di  lîga yekem ya fotbola Swêdê de destpêkekê baş nekiriye.

Hevkarê me Zana Schiroyî ji bo hîn bibe da pirsgirêkên Dalkurdê çi ne, dawiya vê hefteyê çû herêma Dalarna û bajarê Borlängeyê. Li wir ew hem bi serokê Dalkurdê Ramazan Kizil (Muxtar) re axivî, hem jî bi antranor û alîgiran re.

Dalkurd roja şemiya 22 gulanê li seha Domnarsvallen a Borlängeyê li hemberî tîpa Forward ya ji bajarê Örebro leyîst.

Piştî vê maçê Dalkurd bi şeş puanan di tabela division 1 norra de di nav 14 tîpan de di rêza 11’mîn de ye.

Dalkurd di galaya fotbolê  ya mezin ya Swêdê de hat pîroz kirin û  her weha sala çûyî Xelata Kurdê Salê wergirt.

Dalkurd, yek ji serkeftinên herî mezin yên kurdên Swêdê ye ûli navenda xwe ya li bajarê Borlängeyê.