Björklund û Sabunî bi mamoste Stavros Louca re peyîvîn. Wêne:Fredrik Persson/Scanpix

Wezîr çûn serdana Rinkebyê

Wezîrê dibistanan Jan Björklund û ya entegrasyonê Nyamko Sabuni îro pişt nîvro çûn serdana taxa Rinkebya a Stockholmê ku ev dû şev in pişt hev werdigere ser qada şerê navbera komekî ciwan û hêzên polês. Wezîr Björklund û Sabûnî di serdana xwe de çûn dibistan Rinkebyakademin û bi şefê dibistanê mamosteyê navdar yê matematîkê Stavros Louca re hevdîtinek pêk anîn. 

- Mirov nikare hêvî bike ku tenê saziyên fermî, dibistan û hikûmet pirsgirêk çareser bikin. Bi qasî wan wezîfe dikeve ser milê dê û bavan û rêxistinên civaka sîvîl jî, got Nyamko Sabunî di serdana xwe ya li Rinkebyê de.

Di vê navberê de polêsê Stockholmê jî hêvî dike tund û tûjiyên li Rinkebyê li taxên din yên bi nifûsa giranî biyanî belav nebe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".