Doz li dayikê vebû

Li jinek 27-salî doz hatiye vekirin ji ber ku wê bi destê xwe li malê kurê xwe sunnet kiriye.

Li gorî îddianameya dadgeha destpêkî ya Lundê, ev mudaxeleya ku bi meqesekî asayî bûye, êş daye lawik, wî birîndar kiriye û xwîn ji laşê wî aniye, ra Nûçeyên kanala 4 ya li bajarê Malmöyê radigihîne. Lawik pênc rojî bû dema ew birrîn bûye û piştre pêdiviya wî bi tedawiya li nexweşxaneyê bûye.