Hikûmet piştgiriyê dide boykota dij Îranê

Hikûmeta Swêdê îro bêdil biryar da ku piştgiriyê bide firehtirkirina boykota dijî Îranê.  Boykota mijara gotinê, sazkirina peymanên aborî yên di navbera YE û Îranê zor dike û wezîra bazirganiyê Ewa Björling dibêje ev dê bandorê bike li bazirganiyê û şîrketên bankayê, sîgortayê û şîrketên veguhastinê yên li ser deryayê û li hewayî dixebitin. Pêşniyaza YE’yê gavekê wirdetir diçe li gorî biryara boykotê ya Konseya Ewlekariyê ya NY dabû di 10’ê hezîrana îsal de. Swêd jî tevlî wê biryarê bibû.

Wezîra bazirganiyê Ewa Björling bawer nake boykot rêbazeke baş e. Ji bo bi şêweyê tê xwestin bandora boykotê hebe, divê ji bilî yên YE’yê welatën din jî destekê bidin boykotê:

- Baweriya min e ku divê welatên din yên cîhanê jî beşdarî vî cûreyê boykotê bibin. Bi qasî niha dixuye, tenê YE’yê boykotê fireh dike û bi gotineke din tevahiya cîhanê tevlî vê biryarê nabe.  

Wezîrê karê derve Carl Bildt ji rojnameya Dagens Nyheter re dibêje hikûmet naxwaze boykot bandorê bike li îmkanê çûnûhatinê û şandina pareyan bo Îranê ji bo 90 000 mirovên ku ji Îranê hatine û îro li Swêdê dijîn. Wezîra bazirganiyê Ewa Björling jî vê dibêje:

Li gorî Ewa Björling ji Swêdê re garantî hatiye dayîn ku hemû şandinên bankayî dê neyên sekinandin lê ne yekser jî be mimkun e peşka vê boykotê li aboriya mirovên ji rêzê bikeve bi awayekî ku bazirganî kêm bibe û rê bê girtin li şandinên bankayî.     

- Her çiqasî ne yekser jî be, bêgûman bandora vê li mirovên ji rêzê dibe her mîna herdem dema boykot dibin.

Sedema boykotê ew e ku welatên rojavayî gûman dikin Îran çekê nukleerî diafirîne û bi rêya boykotê hewl dide Îranê neçar bike ji bo danûstendinan bike li ser bernameya xwe ya çekê nukleerî. Lê li gorî Îranê tenê armancên sivîl yên bernameyê hene.

Lê Carl Bildt girîngiya berdewamiya danûstendinan binxêz dike û ji Dagens Nyheter re dibêje wî di dema konferansa navneteweyî ya li Kabulê bi wezîrê karê derve yê Îranê re peyiviye li ser îmkanên ji bo pêvajoyeke muzakereyê di pêşerojê de. Wezîrê karê derve yê Îranê erênî li vê yekê nêriye.