Justitiekanslern tazmînatê dinirxîne

Mufetişa edaletê ya dewletî, Justitiekanslern, dixwaze rewşa tazmînatê ya ji kesên girtî re, yên ku ji ber bala çapameniyê êş û azar kişandine, di ber çav re derbas bike.

Li gorî Justitiekansler, halî hazir qanûn tenê azara ji ber bala çapemeniyên tradîsyonel digire dest, lê ne ya ji ber bala kovarên înternetî, malper, blog û Facebookê de. 

Justitiekansler Anna Skarhed di nivîsarek di rojnameya DN de dibêje ew dê rewşa pêkanîna hiqûqî ya tezmînatê di ber çav re derbas bike.