Centerpartiet ya Stockholmê dengê hilbijêrên halxweş divê

Di hilbijartina vê payîzê de Partiya Navendê, Centerpartiet, ya bajarê Stockholmê, berê xwe bide hilbijêrên navbajarî yên bi xwendinên bilind yên salaneya wan di ser 400 000 kronî re ye. Ev zanyarî beşek ji naveroka plana veşartî ya hilbijartinê ye, ku Radyoya Swêdê bi dest xistiye.

Armanca Centerpartiet ya bajarê Stockholmê, wergirtina du kursiyan li parlementoyê, sê li meclîsa parêzgehê û sê li şaredariya Stockholm, Stadshuset’ê ye.

Ev yek dikare ser bikeve eger mirovên burjuwa qane bibin bi wê ku partiya Navendê, dengê kesk ango xwezaparêz yê Alliansen, Hevgirtinê ye, û siyaseta wan herî zêde xîtab dike kesên bi aboriyên baş yên di nava bajêr de dijîn. Fikir ew e ku siyaseta partiyê herî hêsan dikare rayên wan kesan qezenc bike.

Serokê Partiya Navendê ya bajarê Stockholmê, Per Ankersjö, heta dereceyekê qebûl dike ku siyaseta wan xîtabî kesên li taxên ku bi swêdî mîna ”biyanîgur” bi nav bûne, ango li wan pir kesên bi paşxanên biyanî dijîn, nake:

- Erê, em dikarin bibêjin wiha ye. Em partiyek xwediyê îmkanên kêm in û eger em kampanyayên xwe zêde fireh bikin em dê negihîjin tu deverê.

Regiana Hortin, binhemşîre ye û ji taxa Bredäng ya li başûrê Stockholmê ye. Bi nêrîna wê bala zêde ya ji mirovên halxweş yên nava bajêr ne zêde baş e. Ew ji sala 2006’an ve ji Centerpartietê di meclîsa parêzgehê ya bajarê Stockholmê de de cîh digire lê wê biryar daye ku di hilbijartina îsal berendamiyê neke:

- Dema min ev plana hilbijartinê dît, min hest kir ne li gorî min e. Ya pêşî ez li derveyî bajêr dijîm. Ya duyemîn ez zêdeyî 400 000 kronî qezenc nakim. Vê yekê min pir xemgîn kir.