Qetîna Kosovayê ne dijqanûnî bû

Qetîna Kosovayê ji Sirbîstanê ne li dijî qanûna navneteweyî bû. Vê biryarê dadgeha navneteweyî ya Haag’ê doh da, lê wezîrê karê derve yê Swêdê texmîn dike dê wateya vê biryarê ji bo beşên din yên cîhanê jî hebe. Wî ev yek berî biryar bê stendin ji bernameya nûçêyan Rapport’ê re got:

- Ev pirseke zor e û dema ku dadgeha navneteweyî nêrîna xwe dibêje li ser mijarê, ew ne tenê nêrîna xwe ya li ser Kosovayê dibêje. Wateya biryarê dê ji beşên din yên cîhanê re jî hebe.

Biryara dadgehê şîretkar e û ne ferzkar. Sirbîstan dibêje ew dê tu carî serxwebûna Kosovayê nas neke.

Biryara dadgehê pirsek aktuel kiriye: gelo bi vê biryarê re êdî îlana serxwebûnê ya hemû milletan dikare bê naskirin?

Profesorê qanûna navneteweyî li zanîngeha Stockholmê Said Mahmoudi dibêje biryara hatiye dayîn taybetî ye û ne giştî.  

- Pirs ew e gelo mafê milletekî heye ku serxwebûna xwe îlan bike? Û dadgehê biryar daye ku mafê îlana serxwebûnê di vê rewşa taybet de ne li dijî hiqûqa navneteweyî ye û di qanûna navneteweyî de tu qedexe nîn e li ber îlana serxwebûnê.

Mahmoudi hinek şertan rêz dike ku ferz in pêk bên ji bo sazkirina dewletekê.

Erdek, milletek û bi berî her tiştî û ya herî girîng jî hikûmetek ku di pratîkê de welêt rêve biriye. Bi nêrîna Mahmoudi, Kosova van şertan nayne cîh lê rewşa kurdan ya li başûrê Kurdistanê weke mînakeke serkeftî tê dayîn:

- Wan nîşan daye ew dikarin xwe bixwe mîna dewlet rêve bibin. Lê Kosovo di bin rêvebiriya NY û Nato de rêve çûye û heta niha wan ewlekariya Kosovayê garantî kiriye. Roja ku Nato û NY ji herêmê vekişin ne diyar e dê Kosova karibe xwe bixwe rêve bibe yan na. Kosova şertên serxwebûnê yên qanûna navneteweyî nayne cîh lê digel vê jî pir welat, ji ber sedemên siyasî, serxwebûna Kosovayê nas dikin.