Dibistan pirsa sereke ya hilbijartinê ye

Ne kar û ne bac pirsên herî mezin yên tevgera vê hilbijartinê ne, vê yekê hem axaftinên serokên partiyan yên dawiya hefteya derbasbûyî û hem tesbîteke nû ya ji Koma Lêkolînê ya Pirsên Civakî û Agahiyê, Forskningsgruppen för samhälls- och informationsstudier (FSI), ku rojnayema DN weşandiye, dide zanîn.

Tesbîta Koma Lêkolînê ya Pirsên Civakî û Agahiyê, Forskningsgruppen för samhälls- och informationsstudier (FSI) nîşan dide ku hem alîgirên bûrjûwa û hem yên sorûkeskan herî bêhtir girîngiyê didin dibistanê dema ew ji bêkariyê ta bacê di 13 mijaran de pirsên herî girîng rêz dikin.

Û di çend pirsên girîng yên li ser dibistanê de, muxalefetê bersiva hevgirtinê daye. Di hefteya siyasî ya li Almedalenê de seroka Socialdemokraterna Mona Sahlin lihevkirina bereya sorûkesk ya notên ji pola heftemîn pêşkêş kir. Dema serokê Partiya Gel ya lîberal Folkpartietê Jan Björklund, manewraya xwe kir ku divê reva ji dersan di notnameyê de bixuye, berdevka pirsên dibistanê Ylva Johansson yekser pêşniyaz pejirand. Lê Partiya Çep Vänsterpartiet, û Partiya Jîngehê Miljöpartiet gotin na.

Dema herdu serokên partiyan Jan Björklund û Lars Ohly di dawiya hefteya derbasbûyî de axaftinên xwe yên havînê kirin, li serê rojevê dibistan hebû û di mijarê de herdu ji hev dûr sekinîn.

Ev yek di nîqaşa hefteya derbasbûyî ya li ser burkayê jî diyar bû, dema Björklund pêşniyaz kiribû çarşefa temam li dibistanan qedexe be, tiştek ku Vänsterpartiet hişk li dij derketibû.

Jan Björklund yê serokê Folkpartiet û wezîrê perwerdeyê, di axaftina xwe ya li bajarê Marstrandê şertên nû yên ji bo rêkûpêkiya li dibistanê danîn holê. Ew dixwaze nîv milyar kron zêdetir bide ji bo zêdekirina personelên tendurustiyê yên mîna hemşîre, kurator ango şêwirdarên karê civakî, û psîkologên dibistanê. Wekî din ew dixwaze dêûbav bêhtir berpirsyariyê wergirin li dibistanê:

- Terbiyekirina zarokan di serî de ne berpirsyariya dibistanê ye, ya dêûbavan e. Ez xweş bawer im ku lawikê belakar û şerok yê ku kesên din provoke û nerehet dike, dê qenctir tevbigere eger dê yan bavê wî li salona dersê rûniştîbe, Björklund dibêje. 

Seroka yekîtiya mamosteyan Lärarförbundet Eva-Lis Sirén vê yekê baş dibîne lê ew pêşniyaza hatina dêûbavan bo dibistanê napejirîne. Ev nîşan dide ku Björklund xwedî nêrîneke basît e li ser heqjêderketina şagirtên şerok, Sirén di hevpeyvînekê de ji Ajansa nûçeyan ya swêdî TT re dibêje.

Û Vänsterpartiet dixwaze bi qanûneke nû rê bigire li şîrketên qezencî ku dibistanên serbest rêve bibin. Serokê Vänsterpartiet ev yek di dawiya hefteya derbasbûyî de di axaftina xwe ya havînî ya li navçeya Gnestayê got. Vänsterpartiet dixwaze qanûn ji sala 2013an û pêde bikeve tevgerê û Ohly ewle ye ku şîrket dê nikaribin li qanûnê bifitilin:

- Û qet ne di cîh de ye ku pareyên bacê yên me herin ji qezencê herin ji alîkariya komşîrketan û belavkirinên pişkên şîrketan re yan jî ji avakirina dibistanên nû li derveyî welêt, ku me mînakên wê dîtine, Ohly dibêje. 

Lê pêşniyaz piştgiriyê nabîne ji partiyên din yên muxalefetê. Seroka Socialdemokraterna Mona Sahlin ji TT re dibêje nabe tu dibistana serbest kalîteyê bike qurbana qezencê, lê partî naxwaze jî tu qedexeyê deyne pêşiya qezencê.

Sosyaldemokratan pêşniyaza şertên kalîteyê kiriye, weke mînak ku divê her dibistan xwediyê xwaringeh û pirtûkxane be û derî ji şagirtên biasteng re vekirî be.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista