Hikumet pere yên alîkariyê ji bo avakirina balyozxaneyan bikar tîne.

Bisporê siyaseta alîkariyê Magnus Walan ji sazgeha alikariyê  iddia dike ku,Swêd ji bo li hemû welatên cihanê balyozxane vebike pere yên ji jbo alikarî bi kar diîne. Ev jî dibe ku li dijê qaideyên karên OECD ye ku Swêd peymana li pê çuyînê daye

-Qaideyên OECD( Hevsazgeha Navnetewi ya Abori ji bo Welatên Industri) gelek zelal in ku kes nikare perê yên alikariyê  ji bo daire yên derveyê yên welêt finanse bike, ger  teslimkirina perê ji bo hikumeta welata pêşdeçû nebe.

Li gor Diakonia hikumeta vê gavê ji 30 milyon kronan bêtir ji pereyên alîkariyê ji bo avakirina balyozxaneyan bikar aniye, herwuha li Minskê, li Kabulê û li Bagdadê.

Televizyona Swêdê ku pereyên alikariyê ya Swêdê lêkolaye, dide zanîn ku ji nîvî bêtir mesrefên balyozxaneyên Swêdê li Afganistanê û Iraqê ji pereyên alikariyê hatiye finanse kirin.

Bi baweriya Diakona, hejmara pereyên alikariyê ku diçe dezgehên Wezarata Karûbarên Derve bixwe  gelek hilbûye di van salên dawî de.

Lê belê ne seyre ku pereyên alikariyê ji bo çalakiyên balyozxaneyean tê bikaranîn, dibêje Wezira Alikariyê  Gunilla Carlsson.

-Ev teknîk ji aliyê hikumeta Sosyaldemokratan jî hatiye bikaranîn. Bikaranina masrefên bilind girêdayê, ku me di cihên wusa ku hevkariyên demdirêjî pêk dê,  û pêdiviya hebûna me ya diplomatik li Îraqê, li Afganistanê,  û em dê li Rojavaya Afrikayê jî vebikin û herwuha em bi gelek awayan strukturek din di balyozxaneyên me de  heye ev jî dibe sedema mesrefek bilind.

Û birastî Magnus Walan ji  Diakonayê ne li dijê bikaranîna pereyên alikariyê ji bo balyozxaneyên li welatên ku gelek alikarî distine.

-  Ku bikaranîna alikariyê ji bo welatên hêjar  be gelek baş e. lê belê  ku bi pivanek mezin û sistematik bi hejmarek biçûk wek ji sedê 5 li hema hema hemû balyozxaneyan bi pereyên alikariyê bên finanse kirinê, ne dirust e. Wê gavê em di warê balyozxaneya li Tokyoyê dipeyîvin. 2 milyon li Tokyo an jî li Rejkavîkê an jî li Dublînê an jî li Madrîdê   pêdiviyên hêjaran nîne ber çavan.

Belê, li gor Diakonia dokumentên giştî nîşan dide ku Wezaretên Karûbarên Derve ji sedê 5 ji pereyên alikariyê finansên ji bo mesrefên rêveberiyên balyozxane yên wek  Tokyo û Reykavîkê diçe.

Dema em ji Gunilla Carlsson şirovekirina van agahiyan dixwazin ew ne dixwaze şirove bike an jî derew derdixe. Lê dibêje şandina pereyên alikariyê ji Reykavikê re jî tê parastinê.

 -Ger me wisa kiribe ev ji bo ku em daxwaz dikin ku em hevkariya alikariyê ji belavkeran û herwuha ji bo gotubêj kirina li ser pêşdeçûyînan bi Islandiyan re ye, li ser ka siyaseta masîgirtinê ka çawan li ser berjewendiyên welatên hêjar bike û hwd dibêje Gunilla Carlsson.

Grunden i vår journalistik är trovärdighet och opartiskhet. Sveriges Radio är oberoende i förhållande till politiska, religiösa, ekonomiska, offentliga och privata särintressen.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista