Nîqaş li ser mafên ayînî

Di van rojên ku meha remezanê destpê kiriye de, ev serê çend hefteyên e ku di rojname û radyo de nîqaşek gurr bûye li ser mafê derbirîna olî ya misilmanan û cihûyan. Çend nûnerên xrîstiyaniyan dibêjin ev yeka ku tenê rojên cejnê yên xrîstiyaniyan rojên sor in di salnameyê de ango di wan rojan de kar û dibistan nîn in, û qedexeya li dij serjêkirina helal û koşer ya heywanan, tiştekî cûdakar e, ji ber ku bi vê qedexeyê cihû û misilman tên astengkirin ji wê ku bi temamî dînê xwe bijîn.

Yek ji kesên ku ev nîqaş da destpêkirin, Peter Weiderud yê serokê sosyaldemokratên xrîstiyan yên Swêdê ye:

- Girêdana vê heye bi nefêmkirina civaka piraniyê ya beramberî hindikayiyê ye, û bi bi wê yeka ku civaka piraniyê carna kêmtehamûl e ji bo cûdahiyan. Li cîhê ku xrîstiyaniya luterî ya dînê piraniyê bi temamî qebûl dibîne, bi fêmkirin pêşwaziya misilman û cihûyan, ku di civakê de grûbên di kêmaniyê de ne, nabe. Bi taybetî jî sersarî û hinek jî nezaniyek heye li ser dînê mirovên misilman û cihû, Weiderud dibêje.  

Peter Weiderud û kesên ku bi wî re nivîsara ku rê li nîqaşê vekiriye nivîsîne, di nava wan de metran Caroline Krook, dibêjin ne qanûna parastina heywanan lê îslamofobî ango tirsa ji îslamê sedem e ku Swêd tenê welat e di YE de ku serjêkirina helal û koşer qedexe dike.  

Ji nivîsara mijara gotinê re weke mînak ji Parastina Heywanan ya Swêdê Djurskyddet Sverige û Yekîtiya Veterîneran Veterinärförbundet di rojnameya Dagens Nyheterê de bersiv hat dayîn. Bi dîtina wan tu qedexe nîn e li beramberî serjêkirinên dînî li Swêdê. Lê li Swêdê qedexe heye li dij serjêkirina bê pûçkirin, tiştek ku nivîskarên nivîsarê baş dibînin û bi raya wan divê ev şertê pûçkirina berî serjêkirinê bê belavkirin bo welatên din jî.

Di rewşa niha de piraniya misilmanan, lê ne cihûyan, rêbazê nihayî yê pûçkirinê û piştre li gorî destûrên dînî serjêkirina heywên qebûl dikin. Lê Peter Weiderud vê têr nabîne û dixwaze hîn wêdetir here ji bo ku guh bide ew yên ku destûrên dînî bi hişkî dişopînin: 

- Bi hiştina pûçkirina berî serjêkirinê re, em rêzê digirin li daxwazên mirovên ku ji grûbeke biçûk yên misilman û grûbek mezin ya cihû pêk tên. Mesele ew e ku divê mirov guh bide daxwaziyên mirovan, ji bo mirov zanibe kî ji ku hatiye û wiha jî îmkanê çêbike ku mirovên cûda jî karibin dînê xwe bijîn, Weiderud dibêje.

Yek ji kesên ku beşdarî ve nîqaşê bûye, nîqaşkara lîberal Dilsa Demirbag Sten e, ku dibêje ku qedexeya li dijî serjêkirina bêyî pûçkirin, yan jî cejnên xrîstiyan qet mirovan asteng nake ji pêkanîna dînê xwe, û ku girîng e ku Swêd mîna dewleteke sekular divê dîqet bike ji bo rê nede guhertinên qanûnî yên ji ber daxwaziyên dînî:

- Di bingeha vî şêweyê fikrî de nêrînek heye ku grûbek biçûk ji misilman yan jî cihûyên ku îddia dikin eger ew heywanan neêşînin, ew dê nikaribin mafê xwe yê dînî bijîn û ev yek jî rasîsma piraniyê ye li dijî wan. Ev nêrîneke pir tûj e li grûbên misilman û cihû, ku piraniya wan di çarçoveya azadiya dînî de, tu pirsgirêkên wan nîn e ku dînê xwe bijîn û pêk bînin, Demirbag Sten dibêje.  

Demirbag-Sten îddia dike ku nivîskarên xrîstiyan yên vê nivîsarê, ji kula mafên dînî yên kêmaniyan ketine neketine û derdê wan tenê bi şêweyekî giştî xurtkirina rola dîn e li Swêdê:

- Tiştê ku vê grûba ku nivîsara mijara gotinê nivîsîne dixwaze, ew pozîsyonan pêş ve bibin ji bo dîn û nijadperestî û antîsemîstîsmê jî dikin mahne. Dixwazin tedbirên qanûnî werbigirin, dixwazin rojên cejnan fermî bikin, ê ma kê gotiye qedexe ye ew hanukka yan remezanê pîroz bikin. Li Swêdê bi temamî azadiya dînî heye. Lê tiştê ku Peter Weierud û metran –Margareta Krook- dixwazin, bi qanûnan biryardayîna li ser rojên cejnan ye, Demirbag Sten dibêje.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista