Dîsa kaos, dîsa tevihevî li T_Banê!

Vê sibê runiştevanên Stockholmê ji ber rawestandina Tunnelbanayê ketine rewşek tevihev de. Duh jî tevihevek bi vê rengê  li xeta sor pêk hatibû.

Xeta şîn û xeta kesk di hinek deran de rawestiya û nêzikê 100 000 kes di dema lezgînî de li benda otobûsên derengmayî bûn, an jî bi awayek din çareya riya xwe peyda kirin ji bo ku bigihijne karên xwe. Ev tevihevî ji têkçûna Centralek elektrikê li Liljeholmenê pêk hat. Duh jî tevihevek wuha li xeta sor çêbûbû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".