Sofia Arkelsten weke sekretera partiyê cihê Sclingman digire.

Moderat sekreterê partiyê diguherîne

Sekreterê Partiya Moderat Per Schlingman îro dev ji wezîfa xwe berda. Serokwezîr Fredrik Reinfeldt îro vê yekê bi civîneke çapemeniyê da zanîn. Lê Reinfeldt nexwest bibêje ka çi pîlanên wî ji bo Schlingman hene.

- Ez û Sclingman di derbarê vê guhertinê de bi temamî hemfikir in. Yên ku ji baweriya min ya bi Sclingman hayedar in dikarin texmîn bikin ku ji bo pêşerojê pîlanên min ji bo wî hene, lê ka ev çi pîlanin ez îro wan aşkere nakim, got Reinfeldt û her weha henekek jî kir ku hal û kêfa hikûmetê di cîh de ye lê ew nafikire di derbarê sazkirina yeka nû de jî tu agahî bide.

Belê Per Schlingman ji sala 2006 ve sekreterê partiya Moderat bû û ew bi xwe ji branşa reklamê û PR tê, lê gelek sal jî di nava rêxistina ciwanan ya Moderatan de kar kiriye. Schlingman her weha weke yek ji mîmarên nûkirina partiya Moderat tê nasîn û yek ji wan kesan e ku xeta nû ya partiyê bi israr meşandiye.

Di şûna Per Schlingman de cara yekem jinekê dibe sekretera Partiya moderat û ew jî parlamenter Sofia Arkelsten e. Her weha cîgireke sekretera partiyê tê wezîfedar kirin û ew jî Gunilla Sjöberg e, ku gelek salan di nava moderatan de bi wezîfa analîzkirina raya gîştî re kar kiriye.

Di civîna çapemeniyê de ji serokê moderatan Fredrik Reinfeldt hat pirsîn da çima piştgiriya ciwanan ji bo partiya wî kêm bûye û çima ew giraniyê nadin pirsên jîngeh û klîmatê. Dido pirsên ku li sekretera nû ya partiyê Sofia Arkelsten tên, ji ber ku wê di nava partiyê de weke berdevka pirsên jîngeh û klÎmatê kar kiriye.

- Wezîfa min a  sereke amadekariyên ji bo hilbijartinên 2014’an e. Em ê bibin partiyeke mezintir, ferehtir û tûjtir û bi vî re komên nû yên hilbijêran bikşînin aliyê xwe. Guhertin nebin pêdiviya bi me re jî tune ye, dibêje Arkelsten.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".