Amineh Kakabaveh, Jabbar Amin, Roza Güçlü-Hedin û Ismail Kamil.

Parlamenterên kurd li Riksdagê

Parlamenterên kurd yên ji partiyên cûda yên Swêdî ku di hilbijartinên dawî de dengên bilind girtin îro bi awayeke fermî li Riksdaga Swêdê cihê xwe girtin.

Ji Partiya Sosyaldemokrat Roza Güçlü-Hedin(S) û Shadiye Heydarî(S), ji Partiya Gel a Liberal Îsmaîl Kamîl(FP), ji Partiya Kesk Jabbar Amîn(MP) û ji Partiya Çep Amineh Kakabaveh(V) îro piştî xwendina navan tevlî dengdana hilbijartina serokê nû yê parlamentoyê û cîgirên serokê parlamentoyê bûn.

Ji pênc parlamenteran çar kes li Riksdaga Swêdê bi hevkarê Zayele Zana Schiroyî re axivîn. Di warê pirsên ku ew ê li ser kar bikin, anîna rojevê ya pirsa kurdî û helwesta li dijî partiya dijî biyaniyan Demokratên Swêdê de wan nêrîn û fikrên xwe diyar kirin. Fermo guhdariya parlamenterên kurd bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".