Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

NY li dij şîdeta cinsî têdikoşe

Hat weşandin måndag 4 oktober 2010 kl 16.41

Li Kongo-Kinşasayê rêjeya tecawizên ji aliyê leşkeran ve tên kirin, li cîhanê ya herî bilind e. Ji dema ku şerê dawî yê li Kongo-Kînşasa’yê berî bi nêzî 20 salan destpê kir ve, 200 000 tecawiz rapor bûne.

Li Kongo-Kinşasayê rêjeya tecawizên ji aliyê leşkeran ve tên kirin, li cîhanê ya herî bilind e. Ji dema ku şerê dawî yê li Kongo-Kînşasayê berî bi nêzî 20 salan destpê kir ve, 200 000 tecawiz rapor bûne.

Tiştê herî girîng niha, darizandina berpirsan e, Margot Wallström dibêje. Wallström li NY berpirsa karên sekinandina şîdeta cinsî ya di şeran de ye. Ew van rojên dawiyê li Kongo-Kînşasayê geriyaye û dê îro hewl bide ku zorê bide ser hikûmeta Kongoyê ji bo ew li ser pirsê bisekinin:

- Îro ez dê ji hikûmetê re bêjim ku li ser vê pirsê tenê siyasetkirin nabe divê ji binî ve tehamul nîn be ji vî şêweyê sûcan re. Divê sûcdar bên cezakirin – divê sînyal bê dayîn ji hem leşkeriyê û hem civaka sîvîl re ku ev sûcekî dij mirovahiyê ye û divê cezayê wî jî giran be, Wallström dibêje.  

Xebata Margot Wallström dê bi raporekê ji bo Konseya Ewlekariyê re temam bibe ku dê ji welatên alîkar re bê pêşkêşkirin. Rêbazên me yên heyî tenê ev in, Wallström dibêje, lê ew bi hêvî ye ku ev dê sînyalên xurt bin ji bo hikûmeta kongoyî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".