Xwepêşandan li dij nijadperestiyê

Di heman roja ku partiya dijbiyanî Sverigedemokraterna cîh digire di parlemana Swêdê de, ji bo şermezarkirina nijadperestiyê, îro çend xwepêşandan li dar dikevin. Îro berî nîvro li meydana ber parlemanê ”eniya fireh ya dij nijadperestiyê”, "Breda fronten mot rasism", ji bo xwepêşandanekê li Mynttorgetê civiya, vê êvarê jî di saet 17an de xwepêşandêr li meydana Sergels Torg’ê civiyane û dê ji wir bimeşin ber bi avahiya parlemanê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".