Arkivbild: Thommy Nyhlén/Scanpix

YE, 700 milyon kron paşve dixwaze

Divê Swêd 700 milyon kron alikariya cotkariyê bide Yekitiya Ewrupayê. Ev jî ji ber , piştî ku Yekitiya Ewrupayê mesrefên gundiyan di perioda sala 2005 heta 2007 nepejirandibû. Yekitiya Ewrupayê û Swêd, li ser yasayên mêrgên tradisyoneli çawa bê lidarxistin, lihevkirî ninin.

Gundî û cotkar ji ber ku serîlêdana çewt kirine  mecborê peredanê ne, lê belê ku mirov agahdariyên Daireya Zireetê şopandibe dê ew peredan ji aliyê dewletê ve bê dayîn.

Bi tevahî 21 milyar kron ji bo alikariya baxçeyan hate dayîn,ev jî ji bo  tazminata jingehê û alikariya bedelê li Swêdê di nav sê salan de ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".