Serokwezïr Fredrik Reinfeldt beyannama hikûmetê diyar kir.
BEYANNAMA HIKÛMETA REINFELDT:

"Penaberan Swêdê dewlemend kiriye"

Serokwezîrê Swêdê Fredrik Reinfeldt îro beyannama hikûmetê pêşkêş kir û bi awayeke xurt pesnê biyanî û penaberan ya di pêşkeftina Swêdê de derxist pêş.

Di hikûmeta nû de heft wezîrên nû cîh digirin û çend ji wezîran jî wezaret guhertine. Weke mînak di cihê Nyamko Sabuni de sekreterê berê yê Partiya Gel a Lîberal Erik Ullenhag dibe wezîrê entegrasyonê.

Lê berya merasima li kameraya Rîksdagê ya bi axaftinên Qralê Swêdê Carl XVI Gustaf û serokwezîr Fredrik Reinfeldt axaftineke ji aliyê pîzkopoz Eva Brunne li dêra Storkyrkanê bû sedem ku 20 parlamenterên Partiya Demokratên Swêdê merasima olî protesto bikin û ji dêrê derkevin derve.

Sedem; axaftina Eva Brunne ya li dijî nijatperestiyê(rasîsmê) bû.

Yek ji dengên ji merasima vekirina Parlamentoya Swêdê dengê lingê wan hespên korteja Qralê Swêdê Carl Gustavê 16:mîn e ku ji Qesra Stockholmê ber bi parlamentoyê ve diçe bi lêdana marşên orkestrayî.

Lê îro dengên herî balkêş yên ji lingên wan 20 parlamenterên ji Partiya Demokratên Swêdê bû ku merasima li dêra mezin Storkyrkanê dibin serkêşiya serokê xwe Jimmy Åkesson de terk kirin.

Bi ya Sekreterê navnetewî yê Demokratên Swêdê Kent Ekeroth dêrê li hemberî wan helwesteke siyasî girtibû.

Belê, berya axaftina qralê Swêdê li Parlamento û  beyana hikûmetê ya serokwezîr Fredrik Reinfeldt ya li Parlamentoyê axaftinek li dêra mezin Storkyrkanê ji aliyê pîzkopoz Eva Brunnen ve hat kirin.

Serokê Partiya Demokratên Swêdê Jimmy Åkesson, ku bi kincên netewî yên swêdî tevlî merasimê bû Storkyrkanê terikan û bi awayeke protestoyî bi tevî hevalên xwe re derektin derve.

Sedemê terikandina merasimê axaftina pîzkopoz Eva Brunne bû:

- Ew nijatperestiya (rasîsma) ku dibêje tu ne bi qasî min bi rûmet î, ku divê mafê te bi qasî yê min tunebe, ku tu ne layiqê jiyaneke azad î, û vê yekê li ser bingeha bi tenê daxwaz dikî – ji ber ku em li deverên cûda yên cîhanê hatine dinê – ev, ne layiqê demokrasiyekê weke ya me ye ku di navbera însanan de cûdatiyê bike, got pîzkopoz Eva Brunne.

Parlamenterê Demokratên Swêdê Kent Ekeroth ji rojnama Expressenê re dibêje ”dêr nikarîbû xwe bigire û helwesteke siyasî danî holê” ji ber vê me ew protesto kir.

Seroka grûpa parlamentoyê ya Partiya Moderat, Anna Kinberg Batra dibêje terikandina dêrê ya Demokratên Swêdê tişteke nedîtî ye û vê partiyê dide dest.

- Heger axaftineke li ser wekheviya mafê hemû mirovan ewqas aciziyan bi xwe re tîne ku ew ji cihê xwe radibin û diçin derve ev bi awayeke zelal nîşan dide ka ev partiyeke çiqas tundetûj (ekstrêm) e, got Batra ji TT re.

Bi ya Demokratên Swêdê sedemê protestoya wan ew bû ku pîzkopoz Eva Brunne di axaftina xwe ya li dêrê de behsa wê mitînga mezin ya duh li Sergelstorg a Stockholmê li dijî nijatperestiyê li darket.

Pîzkopoz Eva Brunne axaftina xwe diparêze û dibêje wezîfa wê ye ku încîlê li ser bingehê rewş û pirsgirêkên civaka îro şîrove bike û meşa li Sergelstorgê jî bûyereke wisa ye ku bi taybetî jî hemû xort û ciwan îro li ser diaxivin.

Li Swêdê kevneşopiyekê ye ku Qral Carl Gustafê 16:mîn bi kortej ji qesra Stockholmê ber bi parlamentoyê ve birêdikeve û ev car jî wusa bû. Pê re melîka wê Silvia û prensesa xwedantac Vicktoriya û Prens Daniel hebûn. Serokê Parlamentoyê Per Westerberg li pêş deriyê Riksdagê xêrhatina wan kir û serokwezîr Fredrîk Reinfeldt jî ji melîka Silvia re refeqet kir.

Di ketina hundirê parlamentoyê de koroyeke keçikên zarok ji wan re stirî û demeke paşê bi strana qrallli hundirê kameraya parlamentoyê xêrhatina malbata qral hat kirin.

Qralê Swêdê Carl Gustaf piştre axaftina xwe kir.

Qralê Swêdê Carl XVI Gustaf di axaftina xwe de hilbijartin û tevlîbûna zêde ya di dengdanan de pîroz kir. Qral her weha got gelek pirsgirêkên mezin li pêş parlamentoyê hene ku divê wan çaereser bike. Wî her weha got gelek girîng e ku ew gelek pêdiviyên hene bi pêşkeftinên aborî werin çareserkirin. Qral her weha li ser pirsên jîngehê û giringiya wê ya navnetewî rawestiya û axaftina xwe bi girîngiya hevgirtina civakî bi dawî kir:

- Hevgirtineke civakî ya baş li ser bingehê rêzgirtina dûalî û fikirbeyankirina azad pêk tê. Ji ber vê pêdivî bi toleransa li  beramber nêrînên cûda û ewlekariya jiyan û mulk heye. Parlamentoya Swêdê heta îro van nirxan bi biryarî parastiye û gelê Swêdê temsîl kiriye. Di çareseriya van wezîfa de ez hêz û zanebûn ji bo we temenî dikim û sala xebatê ya parlamentoyê ya 2010/2011 vekirî beyan dikim! Got Qral Carl XVI Gustaf.

Piştî axaftina Qral Carl XVI Gustaf serokwezîr Fredrik Reinfeldt beyannama hikûmeta xwe pêşkêş kir.

Serokwezîr Fredrik Reinfeldt ji aborî ta siyaseta derve, ji pirsên jîngehê ta pareyê teqawidiyê li ser gelek babetan axivî. Lê tiştê herî zêde derket pêş ew bû Reinfeldt got Swêdê ji krîza mezin ya fînans û aboriyê bi awayeke serkeftî derketiye. Li gelek welatan vê krîzê rê li ber serûbinbûneke mezin ya aborî û civakî vekiriye lê Swêd jê xurt derketiye û li gorî lêkolînên navntewî îro dûemîn welatê cîhanê ya bi hêza herî xurt ya reqabetê ye.

Serokwezïr Reinfeldt got peydakirina kar ji bo her kesî hedefa wan e û xeta xebatê jî siyaseta wan a bingehîn e. Ji bo vê yekê jî wî got ew hêvî dike partiyên li parlamentoyê li ser bingeheke hevûdûfamkirinê hevkariyê bikin.

- Vi vill vara en regering som söker breda lösningar, samförstånd och stabilitet i riksdagen. Detta grundat i våra nedärvda värden om öppenhet, frihet, ansvar, rättvisa och alla människors lika värde.)

Reinfeldt her weha soza kêmkirinên nû ya bacan jî da, heger ku derfetên aborî çê bibin. Sînorê baca dewletî jî dê ber bi jor ve were rakirin.

Ji bo telafîkirina bêkariya ciwanan dê tedbîr bên girtin û karên şagirtiyê werin avakirin.

Kêmendam dê xwedî bêtir derfetên peydakirina kar bin û îmkan bê dayîn ji bo kesên di emrê teqawidiyê de ku hetanî 69 salî kar bikin.

Kasaya bêkariyê ya mecbûrî dikare were ferzkirin, heger ku lêkolîna tê kirin di vî derbarî de pêşniyazan bike.

Her weha dê piştgirî bidin şîrketên biçûk û bi taybetî jî biyaniyên ku şîrket vedikin.

Dema Reinfeldt li ser penaberî û entegrasyonê axivî got koçberî ji bo swêdê xwedî girîngiyeke mezin e:

- Tiştê herî swêdî, kevneşopiya me ya vekirîbûna ji bo cîhana li derdora me ye. Li Swêdê gelek nifş hene ku ji zilm û zorê û xizaniyê reviyan e û li welatê me dest bi jiyaneke nû ya azad kirine. Wan welatê me dewlemend kirine, em bi-aqiltir kirine û civakek bêtir pêşkeftî dane me. Vê yekê dewlemendî û refaha me zêde kiriye. Bêyî vê vekirîbûnê dê Swêd îro welatekî xizantir bibûya, got Reinfeldt.

Reinfeldt got divê mirov qebûl jî bike ku di sîstema bicîhbûna koçber û penaberan ya Swêdê de gelekî kêmasî jî hene û ewê vana bi tedbîrên cûda çareser bikin. Di warê siyaseta penaxwazî û mafê rûniştinê de jî Reinfeldt got ewê qaîdeyên ji bo koçberiya karkeriyê hêsantir bikin.

- Dê Swêd di pêşerojê de jî bi berdewamî bibe welatekî azad ji bo wan kesên ku ji zilm û zordariyê direvin, got Reinfeldt.

ZANA SCHIROYI

zana.schiroyi@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".