Jackie Arklöv
SAZIYA LÊNÊRÎNA TEWANKARAN:

Arklöv bila dido sal paşê serbest be

Mêrkujê polêsan Jackie Aklöv dikare heta dido salan ji zindanê azad be. Bi ya Saziya lênêrîna tawankaran (kriminalvården) Arklöv niha amade ye ku cezayê xwe yê girtîgeha miebed bi dawî bike û ji bo berdana wî amadekariyeke dido salan bes e. Vê yekê sazî ji dadgeha destpêkê ya bajarê Örebro re dinivîsîne, ku sînorê salên cezayên miebed xuya dike, radighîne ajansa nûçeyan TT.

Arklöv ji ber kuştina dido polêsan li bajarên Malexander ya sala 1999’an û her weha tewanên şer li Bosnayê, weke îşkencekirina girtiyan, cezayê miebedê girtibû. Arklöv heta niha ev 11 sal in li girtîgehê ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".