Prensîb ji bo alîkariya mirinê

Ji nexweşên li ber mirinê re divê alîkarî bê kirin ku karibin dawî li jiyana xwe bînin. Vê yekê Delegasyona Etîkê ya Cemiyeta Doktorên Swêdê di nav prensîbên xwe yên nû de dijmêre, ku îro hatin aşkerekirin.

Alîkariya mirinê divê tenê dibin wan mercan de bê dayîn heger ku şensê jiyanê ya tê texmînkirin gelekî kin be û semptomên wê (an jî êş) bi awayeke nedîtî xedar bin. Ev tedawî dê bi şewirdariya bi nexweş an jî mirovekî nêz re were kirin, radighîne rojnama Svenska dagbladet.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".