Bav zarokên xwe revandin

Dido zarok, 5 û 7 salî, roja şemiyê ji aliyê bavê xwe ve li navenda kêfê ya zarokan Junibacken a Stockholmê hatin revandin.

Xwediyê welayeta zarokan tenê dayika wan e, lê destûra bavî jî hebû ku her meh dawiyeke hefteyê di bin çavdêriyê de wan bibîne. Di dema hevdîtineke wiha de bû ku bav bi zaroka re ji holê wenda bû.

Polês hîna jî tu rêçek li dû bav û zarokan peyda nekiriye.  Û bav îro bi şika revandina zarokan di giyab de hat binçavkirin. Bi vê biriyarê re, dê polêsê swêdî karibe bi rêya înterpolê di qada navnetewî de jî li bavê zarokan bigere.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".