Parêzgeh ji bo parastina zarokên penaber yên bi tenê

Rêvebiriya parêzgehan (Länstyrelse) dê werin wezîfedarkirin ku ji bo bicîhkirina zarokên penaxwazan yên bi serê xwe têne Swêdê, muzakereyê bikin. Vê yekê hikûmet bi daxuyaniyeke çapemeniyê dide zanîn.

Jimara zarokên temen-nizim ku tenê têne Swêdê van salên dawî zêde bûne û tevî hewlên gelek mezin pêdiviyeke mezin heye ku ji bo wan li şaredariyan cihê mayînê û malbat peyda bikin.

Bi armanca zêdekirina jimara cihên li lê mayînê û malbatên van zarokan dikarin qebûl bikin dê rêveberiya parêzgehan di bin rêbertiya Daîreya Koç de bi şaredarî, yekîtiya şaredariyan û aliyên din yên eleqedar re ji bo pêşwazîkirineke baştir ya zarokan xebatê bike.

Wezîrê koç Tobias Billström di daxuyaniya çapemeniyê de dibêje rêveberiya parêzgehan herêma xwe baş nas dikin û têkiliya wan a xurt ya bi şaredariyan re jî sedemeke din e ku ew vê wezîfeyê didin wan.

Ji bo vê wezîfeyê dê rêvebiriya parêzgehan 10 milyon kron wergirin û xebata wan jî ji 1 çileya 2011’an ve destpê dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".