ÎSRAÎL

Swêd konferansa turîzmê boykot dike

Swêdê xwe ji konferansa turîzmê ya li bajarê Qudûsê paşve kişand. Konferansa ku dê di navbera 20 û 22 cotmehê li darkeve ji aliyê Rêxistina hevkariya aborî û pêşkeftinê (OECD) ve tê amadekirin.

Swêdê xwe ji konferansa turîzmê ya li bajarê Qudûsê paşve kişand. Konferansa ku dê di navbera 20 û 22 cotmehê li darkeve ji aliyê Rêxistina hevkariya aborî û pêşkeftinê OECD ve tê amadekirin.

Biryara xwepaşvekişandinê ji aliyê Wezareta karê derve ya Swêdê ve hat dayîn û sedem jî ew e ku konferans hatiye polîtîzekirin, dibêje Ccilia Juhlin, şefa beşa çapemeniyê li wezaretê.

Wezîrê turîzmê yê îsraîlî Stas Misezhnikov biryara OECDê ya çêkirina konferansê li Qudûsê weke qebûlkirina vî bajarî weke peytexta Îsraîlê ya ne-beşkirî nirxandibû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".