Nûnerên Swêdî beşdarê doza KCK ya îro dibin

Heyetek ji milê sorûkeskan ango Partiya Çep, Demokratên Sosyal û Partiya Jîngehê , ji bo çavderiya dadgeha bi sedan kesan bikin niha li bajarê kurdan Amedê ne. Di dada KCKê de, bi sedan siyasetmedar, çalakvanên mafê mirovan, parêzger, rojnamevan û ên din ketine berê.

Doz îro destpêkir û dikare bi hefteyan bidome. Kesên tên tawankirinê, bi gumana endametiya wan ên rêxistinên ilegal in, lê li gor parezgerên wan heta niha tu delilek nehatiye pêşkêş kirinê.

Di komitê de him navên kurd û him navên Swêdî hene. Wek Peter Hulqvist ji Sosyal Demokratan, Jabar Amîn, Partiya jingeh, Amineh Kakabaveh ji Partiya Çep, û Leyla Tarhan, Evîn Cetin, Emin Maskan  Ann Margarethe Liv Naile Aras, Azad Faruk Aslan, Hediye Guzel, û çend endamên din jî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".