Lêkolîna lênerîna Anna Lindh tê xwestin

Di vê heftê de dê Daireya Giştî ya Civakî, Socialstyrelsen biryarek bê dayîn ji bo lêkolîneke, li ser lênerîna Anna Lindh ku sala 2003 an de ji kêrekê hatibû birîndar kirin. Metodên nexweşxaneya Karolinskayê di bernameyek Televizyonê Kalla Fakta li Kanal 4ê hate gotûbêj kirin

Nexweşxaneyê bixwe ji Socialstyrelsenê daxwaz kiriye ku ev bê lêkolîn piştî ku Kanala 4 an li ser lênerîna Anna Lindh rawestiyaye. Gelek pisporên cerrahiya traumayê bi taybet ê amerikî Donald Trunkey diyar dike ku bizişkên nexweşxanê di dema ameliyatê de şaş tevgeriyane. Ku bizişkan rêbaza binavûdeng ku bi Famage Control tê binav kirin hatibuya bikaranibûna, Anna Lindh dikariya ji mirinê bifikitiya.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista